Çekdarên Filistînî hejmarek mûşek arasteyî Îsraîlê kirin
-Recovered-Recovered-Recovered-Recovered-Recovered-Recovered-Recovered-Recovered-Recovered.gif)
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro danê sibê yekeyên çekdarên Filistînî, hejmarek mûşek arasteyî Îsraîlê kirin.
Ajansên nûçeyan ragihandin, piştî şer û pevçûnên şeva borî yên navbera artêşa Îsraîlê û hêzên çekdar ên Filistînê, careke din bakurê Îsraîlê bi mûşekan hat bombebarankirin.
Tevgera Cîhadî ya Îslamî jî di daxuyaniyekê de ragihand, li hember destdirêjiyên Îsraîlê bêdeng nabin û dê bersivê bidin.
Artêşa Îsraîlê jî li hember wê, 3 car li Lubnanê û 10 car jî li kerta Xezeyê binkeyên çekdarên Filistînî bombebaran kirine.
Neteweyên Yekgirtî jî bi rêya nûnerê taybet ê li Lubnanê daxwaza arambûnê ji Lubnan û Îsraîlê kir û dûr dibîne ku herdu welat dixwazin şerê hev bikin.
Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî jî her şer û pevçûnên li ser axa welatê xwe şermezar kir û daxwaz kir ku milmilanî li sînorên Lubnanê neyên yekalîkirin.