Keç û xortên Êzidî di meha Nîsanê de zewacê nakin

Kurdên Êzidî bi sedan sal in di meha Nîsanê de keç û xortên xwe nazewicînin û meha Nîsanê wek bûka salê dibînin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Kurdên Êzidî bi sedan sal in di meha Nîsanê de keç û xortên xwe nazewicînin û meha Nîsanê wek bûka salê dibînin.

Loqman Silêman ku yek ji kesayetên Êzidî ye, li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re ragihand, meha Nîsanê li cem Êzidiyan meha herî pîroz e û ji ber ku meha Nîsanê bûka salê ye, xort û keçên Êzidî di vê mehê de nazewicin.

Meha Nîsanê li cem Kurdên Êzidî meheke pîroz e û di nava 30 rojên vê mehê de jiyana hevjîniyê nayê pêkanîn.

Lêkolînerê Êzidî Pîr Xelat derbarê meha Nîsanê de û pêwendiya wê ya ligel Êzidiyan dibêje, di meha Nîsanê de çendîn merasîmên pîroz hene ku li Lalişê birêve diçin, ji wan cejna serê salê ya Êzidiyan ku dikeve vê mehê.