HAK-PAR: Em ji bo çareseriya pirsa Kurd daxwaza federasyonê dikin

Siyasetmedarên HAK-PAR’ê tînin zimên ku; ew ji bo kurdan daxwaza modela federasyonê dikin û dixwazin ku kurd bigihin mafên xwe yên neteweyî.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) wekî partî beşdarî hilbijartinên parlementoyê yên 14’ê Gulanê dibe. HAK-PAR bang li partî û rêxistinên kurd û kurdistanî dike ku di hilbijartinan de piştgiriya namzedên wê bikin. Siyasetmedarên HAK-PAR’ê tînin zimên ku; ew ji bo kurdan daxwaza modela federasyonê dikin û dixwazin ku kurd bigihin mafên xwe yên neteweyî.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ku xwe wekî partiyeke kurd û Kurdistanî pênase dike dê beşdarî hilbijartinên 14’ê Gulana 2023an bibe. Li Tirkiye û Bakur bi giştî 36 partiyan mafê beşdariya hilbijartinê bidestxistibû. HAK-PAR jî yek ji wan e. Lêbelê HAK-PAR ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd daxwaza federasyonê dike. Siyasetmedarên HAK-PAR’ê dibêjin; ew dixwazin bibe partiyeke millî ya kurdan û ji bo vê yekê jî xebatên xwe berfireh dikin.

Endamê Encûmena HAK-PARê Henîfî Eren ji K24ê re ragihand: “Ji destpêkê ve me digot em ê gelê kurd bê bijarde nehêlin. Me digot ji bo ku kurd bi dilekî rihet biçin dengên xwe bidin em ê wan bê bijarde nehêlin. Ji destpêkê ve em dibêjin; em ê ji bilî hevpeymana bi kurdan re di nava ti hevpeymaneke din de cih negirin.”

HAK-PAR’ê di hilbijartinên giştî yên 1’ê Mijdara 2015an de 109 hezar û 422 deng wergirtibûn. Lê ji benda %10 ya hilbijartinê derbas nebûbû û mafê tu parlementeriyê bi dest nexist.

Li gorî encamên hilbijartinan HAK-PAR herî zêde ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê dengan werdigire. Siysetmedarên HAK-PAR’ê dibêjin; ew di nava hevpeymana Cumhur û Milet de cih nagirin; ew dixwazin bi partî û rêxsitinên kurd û kurdistanî re wekî Hevpeymana Mîllî ya Kurd beşdarî hilbijartinan bibin.

Serokê Rêxistina HAK-PARê ya Diyarbekirê Wasif Kahraman ji K24ê re diyar kir: “Wekî ku hûn jî dizanin, HAK-PAR li Tirkiyeyê ji bo kurdan daxwaza federasyonê dike. Em dixwazin gelê me yê kurdperwer ên ku ji bo kurdan daxwaza statûyê dikin di bin sêwana HAK-PAR’ê de kom bike û beşdarî hilbijartinê bikin û dengên wan werbigirin.”

Siyasetmedarên HAK-PAR’ê didin zanîn ku ew dê dest bi mîtîng û civînên berfireh bikin û armanca wan ew e ku li gorî hilbijartinên 2015an rêjeya dengên xwe zêde bikin û di vê hilbijartinê de mafê parlementeriyê bidestbixin.

Helwesta HAK-PAR’ê ya di hilbijartinên parlementoyê de diyar e lê lêbelê helwesta wan ya di hilbijartinên serokomariyê de nediyar e û dibêjin; hemû namzed jî di meseleya kurd de wekî hevdu ne û ti projeyeke ti hevpeymaniyê ya çareserkirina meseleya kurd nîne. Li gorî  HAK-PAR’ê divê êdî kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewejî wekî kurd beşdarî hilbijartinan bibin.