Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî tekezî li girîngiya hevkariya aliyan dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an, li Bexdayê ligel Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî civiya.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an, li Bexdayê ligel Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî civiya.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê da pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, astengiyên vê qonaxê û pêngavên cîbicîkirina karnameya Hikûmeta Federal ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevdengî û hevkariya hevbeş di navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraqê de kirin ji bo derbaskirina dijwariyan û dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên welat bi giyanekî berpirsiyarî yê niştimanî.

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên li navçeyê bi giştî mijarên din yên civînê bûn.