Tîma teknîkî ya Siûdiyê ji bo vekirina balyozxaneya xwe gihîşt Tehranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Erebistana Siûdî roja Şemiyê gihîşt Tehranê bo gotûbêjkirina vekirina Balyozxaneya Erebistana Siûdî li Îranê, piştî du rojan ji civîna dîrokî ya wezîrên derve yên her du welatan li Pekînê.

Ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî ji zarê Wezîrê Derve ragihand, ev serdan di çarçoveya cîbicîkirina "peymana sêalî" ya ku roja 10ê Adarê  di navbera her du welatan û bi navbênkariya Çînê hatiye îmzekirin de ye, ji bo vegerandina pêwendiyên ku ji sala 2016an ve qut bûne.

Tîma teknîkî ya Erebistana Siûdî bi serokatiya Nasir Bin Ewez Al Xenûm e û li baregeha Wezareta Derve ya Îranê li Tehranê bi Berpirsê Protokolan Mehdî Hunerdost re civiya, ji bo temamkirina rêkeftina ku roja pêncşemê li Pekînê hatiye îmzekirin.

Roja 10ê Adarê, daxuyaniyeke hevbeş di navbera Îran, Erebistana Siûdî û Çînê de hat dayîn, tê de Tehran û Riyad li ser “ji nû ve destpêkirina pêwendiyên dîplomatîk di navbera xwe de û vekirina balyozxane û nûneratiyên xwe di heyama du mehan de” li hev kirin.

Têkiliyên di navbera Riyad û Tehranê de di sala 2016an de qut bûn, dema ku xwepêşanderên Îranî êrîşî nûnertiyên dîplomatîk ên Erebistana Siûdî li Îranê kirin, ew jî piştî ku Siûdiyê melayê Şîa yê opozîsyonê Nimir El-Nimir bidarve kiribû.