Cejna Qiyama li Diyarbekir hat pîrozkirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di Dêra Surp Giragos a Ermenan de mesîhî li hev civiyan û Cejna Qiyamê ango vejîna Hezretê Îsa pîroz kirin. Di cejna mesîhiyan de peywirdarên olî Încîl xwendin û kevneşopiyên cejnê jî hatin li darxistin.

Li Diyarbekirê di Dêra Surp Giragos a Ermenan de mesîhî li hev civiyan û Cejna Qiyamê ango vejîna Hezretê Îsa pîroz kirin. Di cejna mesîhiyan de peywirdarên olî Încîl xwendin û kevneşopiyên cejnê jî hatin li darxistin.

Li Diyarbekirê piştî demek dirêj Cejna Qiyamê li Dêra Sûrp Giragos a Ermenan hat pîroz kirin. Dêra Sûrp Giragos a Ermenan di şerê xendeqan de ziyanek mezin dîtibû û paşê hatibû restorekirin, piştî restorasyonê jî pandemiyê dest pê kir û vekirina dêrê carek din hatibu paşxistin û îsal mesîhiyan karîn cejna qiyamê ango cejna vejîna Hezretê Îsa pîroz bikin. Di cejnê de mesîhiyan dia kirin, peywirdarên olî jî încîl xwendin. Berpirsên Weqfa Sûrp Giragos keyfxweşiya bo pîrozkirina cejna qiyamê anîn zimên.

Cîgirê Serokê Weqfa Sûrp Giragos Ohannes Gafur Ohanyan ji K24ê re got: “Ji sala 2015an ve me nedikarî cejna xwe liv ê dêrê pîrzo bikin. Em keyfxweş in ku cejna xwe pîroz dikin û em hêvî dikin çi ol dibe bila bibe herkes bikaribe bi awayeke aram û azad cejnên xwe pîroz bike.”

Di rêrisma pîrozbahiya cejna qiyamê ya Dêra Sûrp Giragos de ji gelek bajar û welatan mesîhî beşdar bûn ku heta ji Ukraynayê jî mesîhî beşdar bûn. Mesîhiyên Ukraynî li aliyekê keyfxweş bun ku derfeta wan çêbuye cejna xwe pîroz bikin û li aliyekê jî dia kirin ku Şerê Rusya Ukraynayê jî bi dawî bibe.

Mesîhiya Ukraynî Elena Akkuş dibêje: “Navê min Elena ye . Ez ji Ukraynayê me. Ez hatime vê derê ku cejna qiyamê pîroz bikim. Li Ukraynayê niha şer heye. Min dia kir. Ez hêvî dikim ku şer jî bi dawî bibe.”

Di dawiya rêrisma cejna Qiyamê de li hewşa Dêra Surp Giragos nane paskalyayê û hêkên sor li mesihiyan hat belavkirin.