Amerîka.. Di dema nimêjê de bi kêrê êrîşî mela kir

Li gor dîmenên vîdeoyekê ku belav bûye, kesekî li mizgeftekê li eyaleta New Jersey ya Amerîkayê, êrîşî melayekî kir û ew birîndar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor dîmenên vîdeoyekê ku belav bûye, kesekî li mizgeftekê li eyaleta New Jersey ya Amerîkayê, êrîşî melayekî kir û ew birîndar kir.

Kanala NBC ya Amerîkayê ragihand, kesekî bi navê Şerîf Zorba ku 32 salî ye, di dema nimêjê de çûye nav Mizgefta Omer Bin Xetab a li bajarê Paterson yê li eyaleta New Jersey ya Amerîkayê û êrîşî melayê mizgeftê yê bi navê Seyîd Neqîb kir û bi kêrê, ew birîndar kir.

Kanalên Amerîkayê destnîşan dikin, piştî ku êrîşkar ji aliyê cemaeta nimêjê ve hatiye girtin, polîs gihîştine cihê bûyerê û ew desteser kirine.

Kanala NBC eşkere kiriye ku li gor polîsê Paterson, Şerîf Zorba beriya niha jî çend tomet li ser wî hebûne, ji wan; hewldana kuştinê, çend caran çûye mizgeftê û amadekariya êrîşê kiriye û plan daniye.

Serokê Şaredariya Paterson ragihandiye, Mela Seyîd Neqîb li nexweşxaneyê di beşa çavdêriya hûr de ye, herwiha gelek polîs li derdora mizgeftê hatine belavkirin.