Çavdêrên siyasî: Namzetên Kurd di lîsteyên partiyên siyasî de kêm in

Ji bo hilbijartinên 10’ê Gulanê partiyên siyasî yên li Tirkiyê namzetên xwe yên parlamenteriyê diyar kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Ji bo hilbijartinên 10’ê Gulanê partiyên siyasî yên li Tirkiyê namzetên xwe yên parlamenteriyê diyar kirin. Ji Diyarbekirê jî dê 12 parlamenter biçin parlamentoya Tirkiyê û namzetên ku hatine nişandan dê ji bo wergirtina dengên welatiyan heta 13’ê Gulanê xebatên xwe bimeşînin. Çavdêrên siyasî û rojnamevanan namzetên ku hatine nişandan û bandora namzetan di wergirtina dengên welatiyan de ji bo Kurdistan24 nirxandin.

Li Diyarbekirê Partiya Çep a Kesk (YSP) di rêza yekem a Diyarbekirê de; Berdan Ozturk, Partiya Dad û Geşepêdanê Akpartî Galîp Ensarîoglû, Partiya Komarî ya Gel CHPê Sezgîn Tanrikûlû, Partiya Îyî Vecdîn Ensarîoglû û Partiya Maf û Azadiyan Hak-Parê jî Serokê xwe yê Giştî Duzgun Kaplan ji bo namzetiya parlamenteri nîşan dane.

Rêvebirên saziyên lêkolînan û çavdêrên siyasî, piştî ku namzetên parlamenteriyê yên hilbijartinên 14’ê Gulanê yên Parlamantoya Tirkiyê diyar bûn, balê dikşînin ku namzetên Kurd di lîsteyên partiyên tifaqan de kêm in û dîsa radigihînin ku li Diyarbekirê û bajêrên bakûr, li gel YSP û AKPê dê partiyên ji Tifaqa Mîletê jî bi îdiabin ku parlamenteran bidestve bînin.

Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rawestê Rojesîr Gîrasûn ji K24ê re ragihand: “Li gorî lîsteyên namzetên partiyan vê carê partiya ku namzetên Kurd zêde bûye, CHP ye. Di CHPê de nûnertiya namzetên Kurd piçek zêdebûyî xuya dike, lê hem li Ak Partiyê û hem jî li HDPê (YSP) namzetên Kurd kêm bûne. Ji aliye dinde Îyî Partiyê jî vê carê 4-5 kesên Kurd, li ciyên ku bên bijartin wek namzet nîşan dane. Vê carê li bajarên Bakur wê ne tenê di navbera HDPê (YSP) û Ak Partiyê de derbas bibe, Tifaqa Miletê jî dê di lîsteyên CHPê de xwe biceribînin. Vê carê wisa xuya dike ku ji wê Tifaqê jî li bajarên wek; Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê wekîlek yan jî wekîlan derbixin.”

Rojanmevan û çavderên siyasî jî tînin ziman ku dengdêrên Kurd ku dengên didan HDPê, dê zêdetir dîsa dengên xwe bidin YSPê û bi taybet dengdêrên ku ji kêmnîşandana namzetên Kurd gazincan dikin jî dibe dengên xwe bidin Hak-Parê.

Nivîskar û rojnamevan Nevzat Bîngol ji K24ê re diyar kir: “Piştî diyarbûyîna namzetan, li Diyarbekirê, bi taybetî kesên ku wek namzet nehatine nîşandan û kesên ku namzetên bi dilê wan nehatine nişandan gazincan dikin. Lê belê, lîsteya namzeta ya herî bihêz, lîsteya nazmetên Partiya Çep ya Keskê (YSP) ye. Namzetên hatine nişandan zêdetirên wan neyên nasîn jî, ji ber ku bertekên tund xuya nakin û navê Cengîz Çandar ku di lîsteyê de hatiye nîşandan, listeya wan bihêz dide xuya kirin. Ji nav Ak Partiyê bertek hene, CHP jî li gel bertekan namzetên bihêz nîşan daye. Tiştekî balkêş yê namzetên di vê hilbijartinê de hatine nişandan jî, li Tirkiyê bi giştî, li gor hilbijartinên berê namzetên Kurd gelek kêm in.”

Çavderên Siyasî û rojnamevan pêşbînî dikin ku li Diyarbekirê YSP dê kêmtirîn 8 parlamenter, AKP 1 û CHP jî 1 parlamenter bi dest ve bînin û 2 parlamenter jî di navbera wan partiyan û Partiya Îyî de nediyar e ku dê kî ji wan bi dest ve bibe.

Rojnamevan Mahmut Bozarslan ji K24ê re ragihand: “Li gor dîtina min ji namzetan bêtir, tesîra pêvajoyê û tesîra rewşa li Tirkiyê; dê li ser encamên hilbijartinan bi bandor be. Ew tesir jî çi ne? Îro qeyrana aborî li Tirkiyê di salên dawî de heye û berdewam dike, ji aliyê din ve erdhejek çêbû, dîsa bandorên pandemiyê. Belkî tesîra pandemiyê hatiye jibîrkirin, lê tesîra qeyrana aborî û erdhejê nehatine jibîrkirin û nayên jibîrkirin. Evana jî dê tesîreke zêde li ser hilbijartinan jî bikin. Dengder dê ewil li vana mêze bikin, hêj li namzetan meze bikin. Namzet li pêş van bandoran nayên.”

Partiyên siyasî ji bo ku ji dengderan deng bistînin, pêvajoya destnîşankirina namzetan jî temam kirin û êdî dengder dê dengên xwe ji bo kê û kîjan siyasetê bi kar bînin biryar bidin û di 14’ê Gulanê de jî, biçin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin.