Qonaxa çarîk-fînala Champions League bi lîstikeke agirîn dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Qonaxa çarîk-fînala Champions League ya Ewropayê bi lîstekeke agirîn (Manchester City - Bayern Munich) dest pê dike.

Di gera çûnê ya qonaxa çarîk-fînala Champions League de, Manchester City a Îngilîzî demjimêr 22:00 li stadyuma “El-Ittihad” mêvandariya û Bayern Munich a Almanî dike.

Manchester City hêvî dike ku sûdê ji zevî û henderên xwe werbigire ji bo bidestxistina encamek erênî, bi taybet ku îsal çavê wê li nasnavê vê qehremaniyê ye.

Rahênerê Manchester Cityê Pep Guardiola îro di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku pêwîst e tîma wî nasnavê Champions League bidest bixe û got: Êdê dema wê ye ku Manchester City nasnavê Champions League bi dest bixe.

Di lîstekeke din jî, îro Benfica Portugalî dê di heman demê de mêvandariya tîma Inter Milan a Îtalî bike.

Sibe jî di heman gerê de (Real Madrid – Chelsea) û (Milan – Napoli) rûbirûyî hevdu dibin.