Tîmên Manchester City û Inter Milan serkeftinên giring tomar kirin

Manchester City
Manchester City

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmên Manchester City û Inter Milan serkeftinên giring tomar kirin û gavek ber bi qonaxa nîv-fînala Champions League ve avêtin.

Manchester City şeva borî di gera çûnê ya qonaxa çarîk-fînala Lîga Champions League de li stadyuma “Etihad” bi encama (3 - 0) bi ser mêvana xwe Bayern Munich ket.

Golên Manchester City bi riya her yek ji Rodrigo, Bernardo Silva û Erlîng Haaland di xulekên (27, 70 û 76) hatin tomarkirin.

Bi vê serketina mezin, tîma Manchester City gavke baş ber bi qonaxa nîv-fînalê de avêt, tevî ku maça gera vegerê dê li “Allianz Arena”, keleha Bayern Munich, roja 19ê Nîsanê were lîstin.

Inter Milan
Inter Milan

Di lîstikeke din a heman qonaxê de, Tîma Îtalî Inter Milan stadyûma mêvandara Benfîca Portugalî bi encama (2 - 0) bi serkeftineke giranbiha tomar kir.

Golên tîma mêvan Îtalî Inter di xulekên (51 û 82) de, bi riya Nicolo Barella û Romelu Lukaku ve hatin tomarkirin.

Inter Milan jî bi vê serketinê, nêzîkî qonaxa nîv-fînalê nêzîk dibe, ligel ku lîstika vegerê dê roja 19ê Nîsanê li stadyûma wê “Giuseppe Meazza” were lîstin.

Îro jî di heman gerê de (Real Madrid – Chelsea) û (Milan – Napoli) rûbirûyî hevdu dibin.