Li Îtalyayê ji ber hatina penaberan Rewşa Awarte hate ragihandin

Rizgarkirina hejmarek koçber ji aliyê hêzên sînorparêz ên Îtalyayê ve
Rizgarkirina hejmarek koçber ji aliyê hêzên sînorparêz ên Îtalyayê ve

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Îtalyayê ji ber hejmara zêde ya koçberan ku di van demên dawîn de di Deryaya Spî re xwe digihînin Îtalyayê, bo 6 mehan Rewşa Awarte ragihand.

Li gorî agahiyan, di rojên cejna Paskalyayê de 2 hezar penaber ku di navê hejmareke zêde ya zarokan jî heye bi rêya keştiyan xwe gihandine grava Lampedusayê.

Hikûmet Îtalyayê jî hewl dide, di dema Rewşa Awarete de navendên nû yên pejirandina penaberan damzirîne.

Wezareta Derya û Parastina Sivîl got, rewşa awarte dê bi foneke destpêkî ya bi 5 mîlyon Euro were piştgirîkirin û dê şeş ​​mehan bidome.

jêderekî hukûmetê got, ev tedbîr dê destûrê bide hukûmeta Serokwezîr Giorgia Meloni ku rênimayên vegerê ji bo kesên ku destûrê nadin wan li Italytalya bimînin, bilez bike û dê fermanên diyarkirina dersînorkirinê zêde bike.

Hikûmeta ku di meha Cotmeha borî de hatiye ser desthilatê, soz dabû ku koçberiya bi komî sînordar bike, lê daneyên Wezareta Navxwe diyar dikin ku ji destpêka sala 2023’an û heta niha, dorar 31 hezar û 300 koçber hatine Îtalyayê, li gorî amarên sala borî jîm nêzî 8 hezar koçber bûne.

Di nava penaberan de hejmareke zêde ya welatiyên ji Sûriyê, Efxanîstan, Sûdan, Pakîstan, Îran û Iraqê cih digirin.