Serokê Herêma Kurdistanê û Papayê Vatîkanê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Papayê Vatîkanê, Papa Francis civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê hevdîtina xwe ya ligel Papa Francis de tweetek belav kir û got: “Ez şanaz im ku îro li gel Papa Francis civiyam û kêfxweş im ku ez wî di tendirustiyeke baş de dibînim.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir jî, Papa Francis di hevdîtinê de tekezî li ser berdewamiya aramî û biratiya di navbera pêkhatên Iraqê de kir û tekezî li ser berdewamiya bihêzkirina aştî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.
I’m honored to meet Pope Francis today & delighted to see His Holiness in good health. @Pontifex stressed the importance of preserving peace & fraternity among Iraq’s communities. I reiterated my commitment to continue promoting peace & coexistence in Kurdistan , Iraq & beyond. pic.twitter.com/1mnv4gzB3J
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) April 13, 2023
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî li Îtalyayê ye. Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê jî, Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe de ligel Papayê Vatîkanê û Serokwezîrê Îtalyayê û rayedarên wî welatî dicive.
Pêşvebirina pêwendiyan, berfirehkirina warên hevkariya hevbeş û çend mijarên din ên cihê girîngiya herdu aliyan in, mijarên hevdîtin û civînên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Papa û Serokwezîr in.