Namzeta AK Partiyê: Divê Kurd û Tirk wekî hevdu bin

Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) namzetên xwe yên Diyarbekirê dan naskirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) namzetên xwe yên Diyarbekirê dan naskirin. Namzetên AK Partiyê gotin ku di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de gelek gavên wêrekane avêtine û hewla çareserkirina vê pirsgirêkê dane. Namzetan ji bo berdewamiya gavên demokratîkirina Tirkiye û pêşvebirina abûriya ji dengdêran daxwaza piştgiriyê dikin.

AK Partiyê, li Diyarbekirê  bi çalakiyekê her 12 namzetên xwe yên parlementeriyê dan naskirin.  Ji 12 namzetan 3 jin û 9 jî mêr in. Parlementerê berê, melayê  berê yê Mizgefta Mezin a Diyarbekirê, kesûkarên siyasetmedarên berê û siyasetmedarên ciwan di nava namzetan cih digirin. Namzetên AK Partiyê, di çalakiya danasînê de rexne li siyaseta HDP’ê û CHP’ê  ya kurd girtin . Namzetan gotin ku; di heyama desthilatdariya AK Partiyê de derbarê zimanê kurdî û bidawîkirina red, înkar û asîmîlasyonê de AK Partiyê gelek gavên şênber avêtine û daxwaza piştgiriyê kirin.

Namzetê AK Partiyê yê Diyarbekirê Mehmet Galîp Ensarîoglu ji K24ê re diyar kir: “Em partiya xizmetê ne. Li Tirkiyeyê meseleya Kurd, Ermen û Elewî û oldaran wekî meseleyên 100 salan in û ti kesê nedikarî behsa van meseleyan bikin lê belê me wekî AK Partiyê ev mesele çareser kirin. Em ê ji bo pêşvebirina welat û çareserkirina pirsgirêkan berdewam bixebitin.

Di çalakiya danasînê de namzetan, xizmetguzeriyên ku di heyama AK Partiyê de hatine kirin anîn zimên û gotin ku hikûmetên AK Partiyê ti ferq û cudahî nexistiye navbera Diyarbekir û bajarên din ên rojavayê Tirkiyeyê de. Namzetên AK Partiyê dibêjin; wan ji bo çareserkirina meseleya kurd gelek gav avêtin lêbelê ev gav nebesin û dê di heyama nû de jî gavên çareserkirina pirsgirêkan bavêjin.

Namzeta AK Partiyê ya Diyarbekirê Suna Kepolu Ataman ji K24ê re diyar kir: “Em rê nadin ku zulm li birayên me yê kurd  were kirin. Em ê li kurdan xwedî derkevin. Ez bawer dikim dê gelek geşedanên xweş çêbibin. Lê ev tenê têrê nake; ji ber ku em jî wekî Tirkan xwediyên vî welatî ne, em jî wekî Elewiyan em xwediyê vî welatî ne. Kurd û Tirk wekî hevdû ne; divê ji hev ne kêm bin ne zêde bin ji ber ku me bi hev re ev welat rizgar kiriye.”

AK Partiyê di hilbijartinên 2018an de ji sedî 21,5ê dengan wergirt.Li gorî encanên hilbijartina 2018an rêjeya dengên Serokomarê Tirkiye Erdogan  ji ya AK Partiyê zêdetir in. AK Partiyê ji sedî 21,5, lêbelê Erdogan ji sedîd 27,4ê dengan wergirtibû. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi piştgiriya HUDA PAR’ê AK Partî dixwaze hem rêjeya dengên xwe hem jî dengên Erdogan zêde bike.