Namzetên YSPê yên Diyarbekirê dest bi bangeşeya hilbijartinan kirin

Li Diyarbekirê 4 namzetên ji Partiya Çep a Kesk (YSP); Berdan Ozturk, Mehmet Emîn Aktar, Mehmet Kamaç û Serhat Eren, li Sûra navçeya Diyarbekirê geriyan û serdana dikandar û welatiyan kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, kar, xebat û bangeşiyên hilbijartinan berdewam dikin. Li Diyarbekirê  jî 4 namzetên ji Partiya Çep a Kesk (YSP); Berdan Ozturk, Mehmet Emîn Aktar, Mehmet Kamaç û Serhat Eren, li Sûra navçeya Diyarbekirê geriyan û serdana dikandar û welatiyan kirin.

Namzetên parlamenterî yên ji Partiya Çep a Kesk (YSP) yên Diyarbakirê li Sûra navçeya Diyarbekirê serdana dikandar û welatiyan kir. Namzetên YSPê ragihandin ku namzetî û nûnertiya bajêrê Diyarbekirê ji bo wan  ciyê şanaziyê ye û dê bi hişyariya tabetmendiyên bajêrê Diyarbekirê û gelê Kurd, ji bo çareseriyan nûnertî bikin.

Namzetê YSPê Mehmet Emîn Aktar ji K24ê re diyar kir: “Dîsa ez wek mafperwerekî me, mafperwerî, li her ciyekî û li her qadî pêwist e. Li zaningehan, li kolanan, li girtîgehan, li qerekolan û ciyên din hemû çewa ku heta Îro min mafparêzî kiriye, ez dixwazim bi heman awayî li parlamentoyê jî wan xebatên xwe bimeşÎnim. Ji bo kî ji bo gelê xwe û mafên wan.”

Namzetê YSPê Serhat Eren jî ragihand: “Gelek pirsgirêkên sereke hene, pirsgirrika gelê Kurd û Kurdistan, pirsgirêka guhartina Destûra Bingehîn, pirsgirêkên çand û zimanê Kurdî. Pirsgirêkên demokrasi, aşitî, pirsgirêkên navneteweyî û navxweyî ya şerê qirêj. Ev hemû bi rastî meseleyên sereke ne.  Li ser mesele û mijaran em jî dixwazin ku xebatên xwe bikin û têkoşîn bidin.”

Herwiha namzetên YSPê anîn ziman ku pergal û siyaseteke ku pirsgirêkan û qeyranan zêde dike heye û ew dixwazin di serî de, vê rewşê biguhêrin.

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî ku bi YSPê re tifaq kirine û namzetê parlamenteri yê Diyarbekirê ye jî ragihand ku dê ji bo çareseriya pirsgirêkê gelê xwe nûnertî bike.

Serokê PÎAyê û Namzetê YSPê Mehmet Kamaç destnîşan kir: “Ji bo nûnertiya vî miletê hanê, mirov bibe namet, tekez e ku misyoneke giran jî dide ser milên xwe. Bi salane Kurd di pêvajoyên pir xirabde derbasbûne û hatine vê astê. Kurd dixwazin ku ev rewşa hane ya dîrokî biguhêre û pêşerojekî li ser esasên neteweyî, edalet, hiqûq û wekheviyê ava bibe. Ev jî mîsyoneke giran e. Emê jî tişta ku ji destên me bê ji bo paşeroja Kurdan, hem ji bo parastina destkeftiyên heyî, hem jî ji bo mezinkirina wan destkeftiyan rewşekî ava bikin.”

Ji ber ku di derheqê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê de doza girtinê hebû, îsal namzetên wan bi Partiya Çep a Kesk ve beşdarî hiblijartinan dibe. Namzetên ji Diyarbekirê jî îro erketin û li nav welatiyan geriyan da ku ew partiya ku li vê heremê her tim dengên zêde werdgirirt wê iddiaya xwe berdewam bike.