Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîra Îtalyayê civiyan

Di hevdîtinê de her du aliyan behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistan û Iraqê de kirin

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni civiyan û herdu aliyan tekezî li ser berfirehkirina alîkariya hevbeş a navbera herdu aliyan di hemû waran de kirin.

Êvara îro Pênçşemê 13ê Nîsana 2023an, li bajarê Roma, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêwresmeke femî de ji aliyê Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ve hate pêşwazîkirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, her du aliyan, behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistan û Iraqê de kirin û tekez li ser berfirehkirina hevkariyên hevbeş yên di hemû waran da kirin.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Îtalya ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û peywendiyên welatê xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê û aştî û aramiya wan ya ji bo Îtalya girîng zanî.

Pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê, diyalog û pêngavên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa navçeyê bi giştî hin mijarên din yên civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîra Îtalyayê bûn.