Çîroka mamosteyekî astengdar: Di erdhejê de hemû malbata xwe ji dest da

Li Semsûrê mamosteyek astengdar piştî erdhejê hewil dide di nava şert û mercên giran de jiyana xwe bidomîne û çaverê ye ku dibistan vebin û bigihîje xwendekarên xwe.
kurdistan24.net

Semsûr (K24) - Li Semsûrê mamosteyek astengdar piştî erdhejê hewil dide di nava şert û mercên giran de jiyana xwe bidomîne û çaverê ye ku dibistan vebin û bigihîje xwendekarên xwe.

Li Semsûrê erdhejê bandorek mezin û xirap li ser civakê kir ku di civakê de jî yên herî zêde bandor dîtîn kesên astengdar in. Mamoste Hîkmet Yukselê 37 salî ku 8 sal in mamostiyê dike di erdhejê de mala xwe winda kir û gelek endamên malbata wî jî jiyana xwe ji dest dan.

Mamosteyê Astengdar Hîkmet Yuksel ji K24ê re diyar kir: “Parsûyê min şikest, hestiyê milê min şikest, bavê min mir, dayîka min mir, birayê min ê 23 salî mir, birayê min ê mezin mir, jinbiraya min û biraziyê min mir.”

Burcu Yuksel hevjîna Hîkmet Yuksel e ku ew jî mamoste ye û çavên xwe astengdar e û dibêje bandorên erdhejê li ser wan berdewam in.

Mamosteya Astengdar Burcu Yuksel ji K24ê re ragihand: “Piştî erdhejê ji aliyê dêrûniyê ve min nekarî bandorên wê ji ser xwe biavêjim. Piçekî tiştek biheje ez ditirsim, dibêjim qey erdhej çêdibe. Şevan xewa min nayê. Ez jî mamoste me lê hîn nehatime peywirdarkirin. Hêvî dikim ez jî werim peywirdarkirin”

Mamosteyê ku li gel hemû astengiyan xwe bi jiyanê ve girêdaye dibêje ew gelek bêriya jiyana xwe ya beriya erdhejê dike ku wê demê kuçe û kolanên derdorê ji ber kirubû lê niha hînî cihê nû nebûye.

Hîkmet Yuksel diyar dike: “ Min bêriya cihê ku berê min lê meş dikir kiriye, min danûstan dikir, min bêriya dengê birayê xwe û dengê bavê xwe kiriye.”

Li Semsûrê di 24ê Nîsanê de perwerdehî dest pê dike û Mamoste Hîkmet jî benda wê rojê ye ku bigihîje xwendekarên xwe.