CHP dixwaze Rêxistina Hevkarî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn ava bike

Kemal Kiliçdaroglu dibêje; ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn wan biryar daye ku wekî Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî, Rêxistina Hevkarî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn (OBÎT) ava bikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Namzedê Hevpeymaniya Millet yê Serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu dibêje; ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn wan biryar daye ku wekî Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî, Rêxistina Hevkarî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn (OBÎT) ava bikin. Akademîsyen û lêkolîner derbarê vê plana CHP’ê de dibêjin; esas mesele çareserkirina pirsgirêka kurd e, lê belê divê kurd jî wekî aliyê pêncemîn di nava Rêxistina Hevkarî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn de cih bigirin û derbarê statuya xwe de kurd jî biryardar bin.

Di sala 2018an de Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu behsa avakirina Rêxistina Hevkarî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn kir. Van rojên derbasbûyîn Kiliçdaroglu dîsa ev plan anî rojevê. Li gorî nirxandina akademîsyenan, ev plana CHP’ê ji bo çareserkirina meseleya kurd li navxwe û derve hem hêviyê dide hem jî dibe sedemê metirsiyan. Hêviyê dide ku Tirkiye ji bo çareseriyê dest ji siyaseta serbazî berde û bi gotûbêjkirina pirsgirêkan bibe hêzeke herêmî. Li gorî akademîsyenan, heta niha her çar welatên ku li ser axa Kurdistanê serdest in dema ku hevkariyê dikin li ser têkbirina destkeftiyên kurdan hevkarî kirine.

Akademîsyen Cuma Çîçek ji K24ê re diyar kir: “Heger ku Kemal Kiliçdaroglu di nava vê rêkxistina nû de behsa meseleya kurd û çareserkirina vê meseleyê jî bike wê demê dikare ji vê tirsê xilas bibe û hêviyê bide. Lê belê bêyî ku behsa meseleya kurd bikî û tenê  behsa hevkariya dewletan bikî ev tê wê wateyê ku dê mafên kurdan dîsa binpê bikin. Lê wê demê vê yekê ne bi amûrên serbazî; bi amûrên siyasî dê bikin.”

Li gorî nirxandina akademîsyenan, ji 2015an ve hikûmeta AK Partiyê dixwaze bi hêza xwe ya serbazî bandora xwe li ser Rojhilata Navîn nîşan bide û ji aliyê siyasî û abûrî ve bibe dewleteke bihêz. Lêkolîner jî dibêjin; armanca CHP’ê ne tenê pirsgirêka kurd e; lê dixwazin bi dewletên cîran re jî rûnin ser maseyê û pêwendiyên baş deynin.

Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurd Reha Ruhavîoglu ji K24ê re diyar kir: “Ev çend sal in CHP hewl dide cihê xwe li ber dilê kurdan xweş bike. Çareserkirina pirsgirêka kurd bi destê çar dewletên herêmê zehmet e; ji ber ku ev her çar welat heta niha her li ser dijayetiya kurdan hatine cem hevdu. Gelo di nava Rêxistina Hevkarî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn de dê rol û statuya kurdan çi be? Ev xaleke girîng e. Meseleya kurdan ne tenê meseleya çar dewletan e, meseleya kurdan e jî. Divê ne çar aktor, pênc aktor di nava meseleya çareseriyê de bin.”

Akademîsyen û lêkolîner dibêjin; dema ku Tirkiye li navxweyî pêvajoya çareseriyê dabe destpêkirin li derve jî siyaseteke aşitiyane birêve biriye. Heger siyaseteke aştiyane ya derve destpê bike dibe ku ev yek li navxweyî jî rê li ber pêvajoyeke nû veke. AK Partiyê dest bi hewleke nû kiriye. CHP jî dibêje heger bibe desthilatdar dê ew jî bi welatên cîran re pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Diyar e, desthilatdar kî be bila ew be di heyama piştî hilbijartinê de dê ji bo kurdan jî pêvajoyeke nû destpê bike.