Salih Muslim: Armanca civînên çaralî jinavbirina Rêveberiya Xweser e

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm ji Rûsyayê dilgiran e û di wê baweriyê de ye ku Rûsya ji bo berjewendiyên xwe yên li navçeyê, li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê tevdigere.

Muslim li ser bûyer û pêşhatên dawî, bersiva pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) da û xemên xwe yên yên ji civînên çaralî yên Tirkiyeyê, Rûsyayê û Îranê û Sûriyeyê eşkere kirin.

Hevserokê PYDê dibêje, armanca civîna herçar welatan jinavbirina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye. Di vê çarçoveyê de jî tîrên rexneyên xwe dibe ser Rûsyayê û hêvîşikestina xwe ya ji wî welatî radigihîne.

Salîh Muslîm aşkere dike, wan hêvî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji Rûsyayê dikir ku navbeynkariyê di navbera wan û rejîmê de bike, lê Rûsyayê ji ber berjwewendiyên xwe yên li navçeyê Tirkiyeyê, Sûriyeyê, û Îranê li dijî Kurdan bikartîne.

Muslîm digel vê yekê jî hêviya xwe ji Rûsyayê nabire û dixwaze Kremlîn dest ji vê siyaseta li dijî Kurdan berde.

Li ser asayîbûna pêwendiyên Enqere û Şamê jî, Hevserokê PYDê diyar dike ku digel hemû nakokiyên xwe her du welat li ser jinavbirina Kurdên li Rojavayê Kurdistanê lihev kirine û ji bo şerê Kurdan dê hêzeke hevbeş ava bikin. Muslîm li vir jî berê rexneyên xwe dide Kremlînê û vê pirs araste dike: Rûsya çawa dikare vê xirabiya li dijî Kurdan qebûl bike?

Muslim di berdewamiya axaftina xwe de bersiva vê pirsê jî dide dibêje, Rûsya, Îran û Sûriye û Tirkiye di wê baweriyê de ne ku heke Kurd werin jinavbirin, dê Amerîka jî ji Sûriyeyê biçe. Lê Amerîka ne ji bo Kurdan, lê ji bo berjwendiyên xwe li Sûriyeyê ye û lewma bi pîlanên her çar welatan naçe.