Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihandin 3600 malbatên Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro li Efrînê alîkariyên mirovî li 3600 malbatên ku ziyan ji ber erdheja 6ê Sibatê dîtine belav kirin.

Berpirsê Dosyeya Bakur û Rojavayê Kurdistanê di Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de Rewac Hacî ji K24 re da zanîn, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro bi hevahengiya ligel Ajansa Federalî ya Almanya GCC û THW, alîkariyên mirovî li 3600 malbatên ziyandîtiyên erdhejê belav bikin.

Rewac Hacî da zanîn jî, karwana alîkariyan 23 barhilgiran û ji 7 cureyên alîkariyên xwarek, pêdviyên navmalê û bijîşkî pêk dihatin.

Berpirsê Dosyeya Bakur û Rojavayê Kurdistanê di Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de destnîşan kir jî, ew alîkariyan ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet jî belav dikin û dê di belavkirina alîkariyan de berdewam bin.

Roja 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhejê bandoreke wêranker li herêma Efrînê û bi taybet li bajarokê Cindirêsê û gundên wê kir. 

Li gorî Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, 1012 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane, 1100 xanî hilweşiyan û ziyan dîtine.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî roja 10ê Sibata 2023an, wek yekem dezgeh e ku alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Bab El-Selamê re gihandin Efrînê û gundên wê û ji wê demê ve bi belavkirina alîkariyan li ser ziyandîtiyên erdhejê berdewam e.