Miqdad: Şam ji bo vegera nava Komkara Erebî lezê nake

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feyse Miqdad û Wezîrê Derve yê Cezaîrê Ehmed Ettaf
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feyse Miqdad û Wezîrê Derve yê Cezaîrê Ehmed Ettaf

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad radigihîne, Şam di dema niha de ji bo vegera nava Komkara Erebî lezê nake. Şam dixwaze pêwendiyên dualî yên Erebî vegerîne.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad duhî li Cezaîrê di hevpeyvînekê de ligel kanala fermî ya El-Cezîre got, Şam di dema niha de lezê nake ji nava vegerê bo Komkara Erebî û bal kişande ser wê yekê ku ew giringiyê didin çaksazîkirina peywendiyên dualî.

Feysel Miqdad got jî: “Ya girîng çaksazîkirina pêwendiyên yên dualî ye, ji ber ku çalakiyên hevbeş yên erebî dê sûdê jê werbigirin” Got jî: “Em niha pê dihesin ku piraniya welatên erebî dixwazin çalakiyên erebî yên hevbeş vegerin.”

Wezîrê Derve yê rejîma Sûriyê got: “Serdanên vê dawiyê yên ji bo hejmarek ji berpirsên ereban bo Sûriyê û serdanên berpirsên Sûriyê bo hejmarek ji welatên erebî, di çarçoveya vegerandin û asayîkirina pêwendiyên di navbera welatên erebî de ye. Niha rûpelek nû ya pêwendiyên “Erebî – Erebî” dest pê kiriye.”

Wezîrê Derve yê rejîma Sûriyê Feysel Miqdad duhî şemiyê serdana Cezaîrê kir û duhî Yekşemê ligel Serokê Cezayîrê Ebdulmecîd Tibûn civiyabû. Miqdad îro jî serdana Tûnisê dike.

Serdana Miqdad ji bo welatên herêma Mexriba erebî, vebûna welatên erebî ji Sûriyê re xurtir dike û dorpêça ku li ser wî welatî hatiye sepandin dişikîne ku berî deh salan ji encama tundiya rêjîmê li hember opozîsyonê û tepeserkirina xwepêşandanan hatibû danîn.

Her wiha Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên bi welatên erebî re, di vê mehê de serdana Misirê û piştre Erebistana Siûdiyê jî kiribû.