Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya krîza Sûriyê însiyatîfekê radigihîne û banga diyalogê dike

Konferansa Rêveberiya Xweser
Konferansa Rêveberiya Xweser

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk li Sûriyeyê, însiyatîfa çareserkirina aloziya Sûriyeyê radigihîne û banga diyaloga bi rêjîma Sûriyê re dike. 

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Reqayê însiyatîfa xwe di konferanseke rojnamevanî de ragihand û ji aliyê Hevserokê Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş ve hat xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin, aloziya siyasî ya ku piştî tevgera gel a şoreşgerî di sala 2011an de li Sûriyeyê dest pê kir, ti encamên pratîkî heta niha nehatine bidestxistin. Em di Rêveberiya Xweser li gorî pîvana berpirsyariya me li hember gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê, li gorî pîvan û nêrînên siyasî yên MSDê, dixwazin çareseriyeke siyasî peyda bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di nava çend salên aloziyê de ku aliyên siyasî, aborî û civakî girte nava xwe, bi sed hezaran ji gelê me jiyana xwe ji dest da û neçarî koçberiyê bûn, li Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hin parçe û herêmên din ên Sûriyeyê derketin derveyî welat û bûn penaber.

Destnîşan kir jî, erdheja ku li Sûriyeyê û Tirkiyeyê di 6`ê Sibata borî de rû daye, bi xwe re birînên koçber û penaberên sûrî kûrtir kirin. Gelê Sûriyeyê yê penaberî Tirkiyeyê bûye ji zêdetir beşên civakî ku zerar ji ber erdhejê dîtin. 

Rêveberiya Xweser dibêje, Sûriye welatê hemû pêkhateyên wê ye. Ji ber wê jî ji bilî diyarkirina pêşeroja wê û çareserkirina aloziya welat li pêşiya wê rê tune ye.Ji bo pêkanîna vê yekê jî divê ev tişt were diyarkirin:

1- Em di Rêveberiya Xweser de tekeziyê li ser yekîtiya xaka Sûriyeyê dikin û baweriya me heye ku nabe pirsgirêkên Sûriyeyê li derveyî çarçoveya yekitiya welat, werin çareserkirin. Di vê çarçoveyê de, em amade ne bi hikumeta Sûriyeyê û diyaloga bi wê û hemû aliyên Sûriyeyê re hevdîtinan bikin.

2- Divê çareseriyeke demokratîk ku hemû beşên civakê bi rêya bawerî û itîrafa bi mafên rewa yên hemû pêkhateyên (Kurd, Ereb, Suryan û Asûr) û yên ol were çespandin

3- Sîstema demokratîk ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, îsbat kir ku gel dikarin bi rêya rêveberiyên xweser pirsgirêkên xwe çareser bikin. 

4- Em tekez dikin ku zengînbûn û çavkaniyên aborî yên heyî, divê bi awayekî wekhev li hemû herêmên Sûriyeyê werin belavkirin. Ji bo peydakirina pêwîstiyên sereke ji şêniyan re, gihaştina çavkanî û alîkariyan ji hemû herêman re divê deriyê Yarûbiyê (Til Koçer) ê gumrikê û deriyên din jî werin vekirin.

5- Rêveberiya Xweser bi armanca kêmkirin û sînordarkirina pirsgirêk û zehmetiyên li hember gelê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyên ku ji herêmên xwe koçber bûne yan jî koçberî derveyî welêt bûne, amade ye wan hembêz bike û werbigire.

6- Em tekez dikin ku têkoşîn û xebatên me yên şerê li dijî DAIŞ û rêxistinên din ên terorê berdewam bikin.

7- Divê dewleta Tirk dagirkirina xwe ji xaka Sûriyeyê bidawî bike. Ji ber em dixwazin bi Tirkiyeyê û hemû welatên derdor û gelên wan re bi aştî bijîn.

8- Bi armanca pêşxistina çareseriyeke demokratîk û aştiyane li Sûriyeyê, di serî de em bang li dewletên ereban, Netewên Yekbûyî û hemû hêzên navneteweyî yên ku di mijara Sûriyeyê de çalak in, dikin ku roleke erênî û bi bandor bilîzin.

9- Em vê însiyatîfê li ser bingeha niştîmanî pêşkêş dikin. Em însiyatîf jî ne li dijî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254) û hemû biryarên din navdewletî ye.