Yemen.. Di dema belavkirina alîkariyên darayî de zêdetir ji 85 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Yemenê di dema belavkirina alîkarîyên darayî de, herî kêm 85 kesan canê xwe ji dest dan û 322 kes jî birîndar bûn.

Yemen ku welatê herî xizan ê li Nîvgirava Erebîstanê ye, ji sala 2014an û vir ve şer di navbera çekdarên Hûsî yên ku Sanaya Paytext kontrol dikin û hêzên desthilatê ve rû dide.

Li gorî jêderên “AFP”, bûyer di hundirê Dibistana Muîn de rû da, ku bi sedan kes ji bo wergirtina alîkariya darayî kom bûbûn. Hin bîneran gotin jî, ji ber avêtine gulebaran, qelebalixî dirust bû û bû sedema wê karesatê.

Hûsiyan sedema qelebalixiyê eşkere nekir. Lêbelê, ajansa nûçeyan a “Seba” li ser zarê çavkaniyên Hûsî got ku bûyer “ji ber qerebalixiya welatiyan di dema dabeşkirina bêserûber a pereyên ji aliyê hin bazirganan ve qewimî.

Hat ragihandin jî, kuştî û birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhastin û 2 ji bazirganên berpirsê vê bûyerê jî hatin girtin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Desteya Bilind a Siyasî ya Hûsiyan Mehdî El-Meşat ragihand, komîteyeke navxweyî, ewlekarî, istixbaratî, dadwerî û dozgeriyê ji bo lêkolînkirina bûyera qelebalixiyê hatiye avakirin.

Li gorî encamên vê karesatê, ev yek ji mezintirîn bûyerên qerebaliyê yên di deh salên dawî de li cîhanê rû dane, tê hejmartin.