Serok Barzanî: Pîrozbahiya Cejna Remezanê li hemû welatiyên Kurdistanê dikim

Serok Barzanî bi boneya Cejna Remezanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dike, bi taybetî jî pîrozbahiyê li li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dike.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî bi boneya Cejna Remezanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dike, bi taybetî jî pîrozbahiyê li li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dike.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar dike: “Di vê helkefta pîroz de hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo xelkê xweşdiviyên Kurdistanê dixwazim û hêviya ewe dixwazim xwedayê mezin rojî û îbadetê hemû misilmanan qebûl kiribe û ev cejn aramî û aştî û xêr û bereketê ji bo hemû mirovayetiyê pêk bîne.”

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim. Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikim.

Di vê helkefta pîroz de hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo xelkê xweşdiviyên Kurdistanê dixwazim û hêviya ewe dixwazim xwedayê mezin rojî û îbadetê hemû misilmanan qebûl kiribe û ev cejn aramî û aştî û xêr û bereketê ji bo hemû mirovayetiyê pêk bîne.

Mesûd Barzanî

29ê Remezana 1444 ê Koçî

20ê Nîsana 2023ê Zayînî