Kurdistan24ê sponseriya medyayî ya konsera Hêvî û Hêzê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî ligel Akademiya Edwina ya Amerîkî û bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24, roja 28 û 29ê Nîsana konsera Hêvî û Hêzê ji bo zarokên nexweşên penceşêrê lidar dixe.

Berpirsê di Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de Omer Ehmed ji K24ê re ragihand; hejmarek hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo konsera Hêvî û Hêzê hatine vexwendin û dahata vê konserê dê ji zarokên nexweşên penceşêrê re biçe.

Hunermend Helwest Mihemed ku yek ji hunermendên beşdarê konsertê ye ji K24ê re diyar kir, ew dixwazin bi riya vê konsertê re, êş û azarên zarokên nexweşên penceşêrê kêm bikin.

Konser dê rojên 28 û 29ê vê mehê li Hewlêrê li hola Seid Ebdullah demjimêr 17ê êvarê were lidarxistin û hunermend Helwest, Rojîn, Xêro Abbas û Hanî dê tê de stranên xwe bibêjin.

Roja 18ê Adara 2022an jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Akademiya Edwina ya Amerîkî û sponsoriya medyayî ya K24ê konsereke mûzîkê li dar xist. Tê de komek muzîkjenên ji çend welatên cuda beşdar bûn ku armanc jê, vegerandina hêviyê ji bo zarokên nexweşên penceşêrê bû.