YSP: Armanca me ya sereke çareseriya Pirsa Kurd e

Pêvajoya bangeşeyê ya hilbijartinên 14ê Gulanê berdewam e û li Bakurê Kurdistanê jî mijara sereke ya bangeşeyan çareseriya pirsa Kurd e.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Pêvajoya bangeşeyê ya hilbijartinên 14ê Gulanê berdewam e û li Bakurê Kurdistanê jî mijara sereke ya bangeşeyan çareseriya pirsa Kurd e, li aliyekê beşek ji siyasetmedarên Kurd dibêjin ti aliyek bernameyek berceste bo çareseriya pirsa Kurd nîne û partiyên pirraniya dengên xwe ji Kurdan distînin jî dibêjin armanca wan a sereke çareseriya pirsa Kurd e.

Di pêvajoya bangeşeya hilbijartinên 14ê Gulanê de namzed bernameyên danasîn û bangeşeyê li dar dixin û li Bakurê Kurdistanê hemu tifaq, hemu partî, hemu namzed di xebatên xwe de pirsên çareseriya pirsa Kurd re rubiru dibin. Yek ji wan jî Partiya Çep a Kesk e ku HDP dê bin banê vê partiye de bikeve hilbijartinan û pirraniya dengên xwe ji Kurdan distîne ku namzedên Partiya Çep a Kesk (YSP) jî dibêjin Partiya Çep a Kesk  ne partiya Kurdan tenê ye, lê armanca wan a sereke çareseriya pirsa Kurd e.

Namzedê YSPê yê Diyarbekirê Azad Bariş ji K24ê re ragihand: “Ji bo ku Kurd bi zimanê xwe bi awayeke azad bijîn emê xebatek xurt bimeşînin. Ez Êzîdî me ji bo parastina mafên êzîdiyan û nasîna zilma ser Êzîdiyan ezê xebatan bimeşînim.”

Her çiqas Partiya Çep a Kesk balê dikêşe ser çareseriya pirsa Kurd jî beşek siyasetmedarên Kurd dibêjin ti tifaqan de bernameyek berceste ya çareserya pirsa Kurd nîne. Yek ji rexneyan jî ew e ku vê hilbijartinê de jî dê Kurd hemaliya parlementeriya çepên tikan bikin.

Serokê PDK- Bakur Sertaç Bucak ji K24ê re ragihand: “Ti aliyek bi awayeke cih nade çareseriya pirsa Kurd. Veşartî jî behs kiribin ev yek têra çareseriyê nake, Kurd hemaliya wan dikin. Li aliyekê dibêjin heta pirsa Kurd çareser nebe demokrasi nayê lê pratîkê de tiştek nîne.”

Di hilbijartinên 14ê Gulanê de kîjan partî ser dikeve, ev yek girêdayî dengên Kurdan e, hilbijartina serokomariyê dê bimîne gera duyem an ne, ev jî girêdayî dengên Kurdan e, kîjan namzed dê bibe serokomar, ev jî girêdayî dengên Kurdan e lê partî bernameyên xwe de çiqasî cih didin pirsa Kurd, ev yek hîn jî cihê nîqaşê ye.