Civata Rohanî ya Êzidiyan: Me lêkolîn kir, êrîşî mizgeftê nehatiye kirin

Şêwirmendê Civata Rohanî ya Êzidiyan diyar kir, derbarê bûyera Şingalê de lêkolîn kirine û derketiye holê ku ti êrîşek bi ser Mizgefta Rehman de nehatiye kirin.

Hewlêr (K24) – Şêwirmendê Civata Rohanî ya Êzidiyan diyar kir, derbarê bûyera Şingalê de lêkolîn kirine û derketiye holê ku ti êrîşek bi ser Mizgefta Rehman de nehatiye kirin û got: “Êzidî piştevaniya pêkvejiyanê dikin.”

Îro Şemiyê 29ê Nîsana 2023an, Şêwirmendê Civata Rohanî ya Êzidiyan Kerîm Silêman di konferanseke rojnamevanî de red kir ku Êzidiyên nişteciyên Şingalê êrîşî ser Mizgefta Rehman a li Şingalê kiribin.

Kerîm Silêman eşkere kir, wan derbarê bûyerê de lêkolîn kirine û Mîrê Êzidiyan bi xwe lijneyeke sê kesî şandiye Şingalê, da ku ji nêz ve mizgeftê bibînin û derketiye holê ku ne êrîş bi ser mizgeftê hatiye kirin û ne jî hatiye şewitandin.

Şêwirmendê Civata Rohanî ya Êzidiyan tekez kir ku Êzidiyên Kurdistanê weke her pêkhateyên din, piştevaniya pêkvejiyan, biratî û tebayiyê dikin ku li vî welatî heye û “êrîşkirina ser mizgeftan di rewişta Êzidiyan de tune ye”.

Kerîm Silêman diyar kir ku ew spasiya xwişk û birayên Misilman, Xirîstiyan, Kildan û olên din dikin ji bo vê piştevaniyê û alîkariya mirovî ku pêşkêşî Êzidiyan kirine piştî êrîşên DAIŞê yên ser Şingal û derdora wê di sala 2014an de.

Roja 27ê Nîsana 2023an, piştî biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û Rêxistina Koçê ya Navdewletî ji bo vegerandina 25 malbatên Ereb bo sînorê navçeya Şingalê, bi dehan welatiyên li Şingalê li dijî vê pêngavê daketin cadeyan, li gor gotina wan, "piraniya wan malbatan ew in ku di dema êrîşa DAIŞê bo ser devera wan de, alîkariya çekdarên wê rêxistinê kirine”, piştre di medyaya civakî de wisa hat belavkirin ku goya hejmarek kesan êrîş kirine ser Mizgefta Rehman û mizgeft şewitadine.

Wêneyeke mizgeftê di medyaya civakî de hatiye belavkirin ku goya di dema êrîşa 27ê Nîsanê de hatiye tomarkirin, Kurdistan24ê derbarê vê mijarê de lêkolîn kir û derket holê ku ew wêne di sala 2016an de hatiye tomarkirin, ku çekdarên DAIŞê di wê serdemê de nav mizgeftê şewitandine.