3. Festîvala Çand û Hunerê ya Baynganê hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sêyemîn Festîvala Rewşenbîrî û Hunerî li bajarokê Bayngan ê li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hate lidarxistin.

Di vê festîvala yek rojî de, xwarin, cilûberg, mûzîk û çanda kurdî bi giştî û xelkê herêmê bi taybetî ji geştyaran re hatin pêşandan.

Zêdetir ji 5 hezar geştyar ji çar aliyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di festîvalê de beşdar bûn.

Ev festîval piştî tomarkirina Hewramanê ji aliyê UNESCO ve wek şûnwarekî dîrokî, her sal piştî dawiya meha Remezanê tê lidarxistin.

Xala balkêş a festîvala îsal, merasîma lêxistina defê bû, ku bo yekem car di bernameyên festîvala Bayingan de hate zêdekirin û zêdetir ji dused defjenên Kurd ji hemû navçeyên Rojhilatê Kurdistanê li ser banê xaniyên Bayinganê konserteke girseyî li dar xistin û careke din jî çespandin kirin ku ne bê sedem, Kurdistan weke navenda defê (erbane) ya cîhanê tê naskirin.