Cotkarên Rojavayê Kurdistanê xwe jibo werzê çinînê amade dikin

Patoz
Patoz

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî du salên hişkesaliyê, xelkê Rojavayê Kurdistanê bi taybet cotkar û xwediyên derasan xwe ji bo werzê çinînê amade dikin. Lê ji ber kirîza sotemeniyê û bihabûna nirxê parçeyên patoz derasan bi gazin in.

Her çiqas barîna baranê cihê dilxweşiya xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, bi taybetî piştî du salên hişkesaliyê, lê ji ber daketina nirxê lîreya sûrî, krîza sotemeniyê û bihabûna nirxê parçeyên patoz û derasan bi gazin in.

Xwendiyê derasan li gundê Cewheriyê yê ser bi Amûdê ve dibêjin, ji bilî krîza dabeşkirina sotemeniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, nirxê parçeyên patoz û derasan li gorî salên borî 50 qatî zêde bûye.

Li gorî Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser, rûbera zeviyên genim ên avdanî îsal nêzî 300 hezar hêktar e. Bihayê genim jî 2200 lîreyên sûrî hatiye destnîşan kirin û li seranserî Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, 24 navendên wergirina genim hatine diyarkirin.