Serok Barzanî: Kurdên Feylî beşeke sereke ya gelê Kurdistanê ne

Serok Mesûd Barzanî di Yekemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Jenosîda Kurdên Feylî de gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Kurdên Feylî beşeke sereke ya gelê Kurdistanê ne.”

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî di Yekemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Jenosîda Kurdên Feylî de gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Kurdên Feylî beşeke sereke ya gelê Kurdistanê ne.”

Serok Barzanî diyar kir: “Kurdên Feylî bi awayekî wêrek rûbirûyî hemû wan hewlan bûne ku armanca wan jinavbirina Kurdên Feylî bûn. Lê belê tevî hemû wan hewlan, karîne nasane û kultura xwe biparêzin.”

Serok Barzanî destnîşan kir: “Kurdên Feylî yên şoreşger karîne beşdarî damezrandina Partiuya Demokrat a Kurdistanê û serkirdetîkirina Şoreşa Îlonê bibin. Dibe ku beşeke mezin a amadebûyan wê yekê bizanin ku serkirdetiyên bilind, ji aliyê şoreşgerên Kurdên Feylî ve hatine birêvebirin, ji wan Sekreterê Giştî yê Partiyê, Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Serokê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û beşeke din a mezin a postên payebilind.”

Di axaftina xwe de Serok Barzanî ragihand: “Kurdên Feylî rêz û baweriyeke wan a mezin li cem Barzaniyê Nemir hebû, ji ber wê dilsozî û întîmaya wan a ji bo karên xwe hebû. Kurdên Feylî rastî êş û karesatên mezin hatin. Rejîma berê bi çendîn rêyan hewl da Kurdên Feylî dest ji helwesta xwe ya niştimanî berdin, lê belê hemû hewlên wan têk çûn, loma xwe spartin rêya dirindane, ji wan; veguhestina bi zorê, bi tometa wê yekê ku biyanî ne, herwiha blokkirina serwet û samanên wan. Heta niha 12 hezar ciwanên Feylî ku temenên wan di navbera 18 heta 30 salî de bû, bi awayekî dirindane hatin jinavbirin, heta niha kes nizane li ku derê hatine veşartin jî.”