Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Gulana 2023an pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê behsa rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalya de kirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê silav û vexwandina Serokwezîra Îtalya ji bo serdana Romayê gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê. Amaje bi wê jî kir ku ew xwe wek dostekî kevn ê gelê Kurdistanê dizane û tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Pêşmerge kir, ji bo rûbirûbûna terorê û aramkirina aramî û ewlehiyê li navçeyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Îtalya kir ku pêwendiyên dostane yên Îtalya ligel Herêma Kurdistanê heye û piştevanê gelê Kurdistanê ye. Hêvî xwat ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di hemû waran de zêdetir pêşde bibin, bi taybetî ku gelek derfet hene ji bo pêşvebirina pêwendiyan û sûdwergirtina ezmûna pêşkeftî ya Italytalyê.