Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê kir

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê kir û di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê gotûbêj kirin.

Roja pêncşem 4ê Gulana 2023an li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya yê li Iraqê Martin Jaeger kir ku bi boneya dawîhatina erkên xwe û malavayî kirinê, serdana Serok Barzanî kiribû.

DLi hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Almanyayê xwest û spasî gel û Hikûmeta Almanyayê kir ku li qonaxên cuda cuda de palpiştê gelê Kurdistanê bûne.

Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de kirin.,