Yasîn Aktay: AK Partiyê pirsa Kurd çareser kiriye

Şêwirmendê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Yasîn Aktay li ser pirsa Kurd dibêje: “Tiştekî ku zêdetir were çareserkirin êdî nemaye, êdî pirsgirêk hatiye çareserkirin.”
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Şêwirmendê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Yasîn Aktay diyar kir: “Ak Partî li ser pirsa Kurd gelek gavên wêrek avêtin, ku ti kes wê wêrekiyê nîşan nade. CHP qet nêzîkî pirsa Kurd nabe.” Herwiha li ser pirsa Kurd dibêje: “Tiştekî ku zêdetir were çareserkirin jî êdî nemaye, êdî pirsgirêk hatiye çareserkirin.”

Yasîn Aktay li Enqera paytexta Tirkiyê bû mêvanê Kurdistan24ê û li ser stratejiya AK Partiyê û derbarê pirsa Kurd de bersiv da pirsên Îman Derbas.

Aktay li ser amadekariyên AK Partiyê ji bo hilbijartinan ragihand:  "Amadekariyên mezin ên AK Partiyê hene ji bo hilbijartinan, lê mixabin erdheja 6ê Sibatê rûda, vê yekê bandoreke mezin li amadekariyan kir, lê ev amadekarî helbet bû sedem ku AK Partî êdî behsa karên xwe bike, ku di dema 20 salan de çi kirine.”

Li ser enflasyona li Tirkiyê û gilî û gazindên welatiyan li hember bihabûna jiyanê, Yasin Aktay diyar kir: “Belê jiyan giran e, jiyan li hemû welatan giran e, li her derê cîhanê enflasyon heye.”

Derbarê pirsa Kurd de jî Yasin Aktay destnîşan kir: “Ak Partî li ser pirsa Kurd gelek gavên wêrek avêtin, ku ti kes wê wêrekiyê nîşan nade. CHP qet nêzîkî pirsa Kurd nabe. Berevajî vê, sedema pirsa Kurd CHP ye, zimanê wan qedexe kir, nehiştin ku xelk bibêje em Kurd in, CHPê ev yek kiriye. Lê îro niha rabûye bi HDPê re hevkariyê dike.”

Yasîn Aktay li ser pirsa Kurd herwiha dibêje: “Tiştekî ku zêdetir were çareserkirin jî êdî nemaye, êdî pirsgirêk hatiye çareserkirin. Ew li ser vê çareseriyê tên. Ez dibêjim di demeke wiha de ku CHPê ew înkar kirine, hevpeymaniya HDPê ligel CHPê pir şermezar dibînim.”