Urdin gefa operasyoneke leşkerî li Sûriyê dixwe ji bo şerê li dijî madeyên hişber

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî piştrast kir, eger Sûriye sozên xwe bi cih neke û nikaribe rê li ber derbaskirina madeyên hişber ber bi Urdin, welatên Kendavê û cîhanê ve rawestîne, dê dest bi operasyoneke leşkerî li hundirê Sûriyê bike.

Sefedî duhî Înê ji tora “CNN” a Amerîkî re got: “Eger em tedbîrên bibandor ji aliyê Sûriyê ve ji bo rawestandina metirsiya qaçaxçiya madeyên hişber bo welatên Kendavê, Urdun û cîhanê nebînin, em ê ji bo rûbirûbûna wê yekê çi pêwîst be bikin.”

Sefedî got: “Em gefa bazirganiya madeyên hişber sivik nabînin. Eger em tedbîrên bibandor ji bo kêmkirina vê metirsiyê nebînin, em ê ji bo rûbirûbûna wê çi pêwîst be bikin, di nav de tevgera leşkerî li hundirê Sûriyê, ji bo jinavbirina vê metirsiya pir giran ne tenê ji bo Urdinê, lê belê bo welatên Kendavê, welatên Erebî û cîhanê.”

Sefedî got: “Ji ber encamên krîza Sûriyê, ziyan gihîştiye gelek kesan di nav de jî Urdin.”

Welatên Kendavê û bi taybet Erebistana Siûdiyê jî di nav wan de, bûye cihekî sereke ya qaçaxçiya madeyên hişber ya ji Sûriyê ve. Hêzên ewlekariyê yên Siûdiyê jî rojane hejmareke mezin ji hebên Captagon desteser dikin.

Raporên medyayî yê rojava jî piştrast dikin, Firqeya 4 a bi serokatiya birayê serokê rejîma Sûriyê, Mahir Esed û bi hevkariya Hizbullaha Libnanî, ji ber çêkirin û gihandina madeyên hişber bo welatên Kendavê berpirs e.