Amerîka helwesta xwe li hember biryara vegera Sûriyê bo Komkara Erebî aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîka helwesta xwe li hember biryara vegera Sûriyê bo nava Komkara Erebî aşkere kir û got, Amerîka di wê baweriyê de ye ku hîn zû ye ku Sûriye vegere û cihê xwe di Komkara Ereban de bigire.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka got, welatê wî di wê baweriyê de ye ku hevalbendên wan ên Ereb bi niyaz in ku pêwendiya rasterast bi Esed re deynin, ta ku fişarê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bikin.

Her wiha got jî: “Washington bi hevalbendên xwe re li ser armancên dawî yên vê biryarê lihev dike.”

Wezîrên derve yên welatên Komkara welatên Erebî duhî li Qahîreyê civiyan, piştî civînê biryara hejmar 8914 derxistin û tê de ragihand, ji 7ê Gulana 2023an û pê ve şandên Sûriyê di civînên Encûmena Komkara Erebî û hemû saziyên girêdayî wê de beşdar dibin.

Wezîrê Derve yê Misirê Sameh Şukrî di civînê de got, tekane rêya çareserkirina kirîza Sûriyê, çareseriya siyasî û bêyî destêwerdana derve ye û got: “Ti çareseriyeke leşkerî ji aloziya Sûriyê re nîne.”

Komkara Erebî di sala 2011an de ji ber destpêkirina şerê navxweyî, endamtiya Sûriyê rawestandibû.

Vegera Sûriyê bo hembêza wê ya Erebî, hevdem e ligel guhertina nexşeya siyasî ya herêmê, piştî rêkeftina Siûdî-Îranê, ku hêvî ji vê yekê tê kirin aramî li herêmê pêk were ku demeke dirêj ji ber nakokiyan nearamî heye.