Opozîsyona Sûriyê: Vegera rêjîmê bo Komkara Erebî kuştina proseya siyasî ye

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedar û opozîsyona Sûriyê biryara civîna wezîrên derve yên Ereb li ser vegerandina beşdarbûna rêjîmê di civînên wê de şermezar kirin û tekez kirin ku ev yek dê krîza Sûriyê aloztir bike û pêvajoya siyasî bikuje.

Endamê ENKSê di nava Hepeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlat) de Ebdulla Gedo ji K24ê re got, sedemên ragirtina endametiya Sûriyê di nava Komkara Erebî de, tepeserkirina xwepêşandanên aştiyane, proseyên kuştin û girtinê di derheqê gelê Sûriyê bûn, lê îro jî heman sedem hîn hene û berdewam in.

Amaje bi wê jî kir, vegera rêjîma Sûriyê bo nava Komkara Erebî, ne ji ber berjewendiya gelê Sûriyê ye, lê ji ber pirsên siyasî ye, bi taybet piştî asayîbûna pêwendiyên Îran û Siûdiyê ye.

Ji aliyekî din ve, Serokê Komîteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Bedir Cemûs di konfiranseke rojnamevanî li Stenbolê de got, biryara vegerandina rêjîma Sûriyê ji Komkara Erebî re, gavavêtina di ser tawanên rejîmê re, derbeyek ji gelê Sûriyê yê şoreşger re û guhnedana daxwazên wan a guhertinê ye.

Camûs tekez kir, Komkar û welatên Erebî ji bo pirsa vegerandina Sûriyê, şêwir bi opozisyona Sûriyê re nekirine û ev yek jî bi "piştguhkirina eşkere ya ji îradeya Sûriyê re" binav kir.

Camûs got jî: “Em di wê baweriyê de ne ku tiştê bûye, pêvajoya siyasî dikuje, gelê Sûriyê dihêle ku şoreşa xwe ya dadmend bidomîne heta bidestxistina mafên xwe yên rewa û piştguhkirina dengê gelê Sûriyêli hember berjewendiyên di navbera welatan de ye.”

Camûs tekez kir, vegera rejîmê bo Komkara Erebî bêyî azadkirina girtiyan, vegerandina her penaberekî, dabînkirina pêngaveke erênî ji bo danûstandina bi biryarên Erebî û Netewên Yekgirtî yên girêdayî proseya siyasî, bêrêzîkirineke cidî ye ji xwestek û mafên gelê Sûriyê re, ew ê rewşa Sûriyê aloztir bike û dê nebe alîkar ku aramî û aştiya tê xwestin li Sûriyê pêk were.