Wênegir Yûsif Husên sirûşt û kelepûra Efrînê bi wêneyan belge û pêşan dide

author_image Siyamend Brim
Wênegir Yûsif Husên
Wênegir Yûsif Husên

Navenda Nûçeyan (K24) – Wênegirê Kurd ê ji bajarê Efrînê Yûsif Husên pêşangeheke wêneyan bi navnîşana “60 Wêne ji Jiyana Civakî ya Herêma Efrînê Berî Sala 2000” li bajarê Neuwied ê Almanyayê vekir.

Pêşangeha wêneyan roja 6ê Gulana 2023an di çarçoveya Çalakiyên Roja Hunerê ya Almanî de, ji aliyê Parêzgarê Neuwied û beşdariya hejmarek mezin ji berpirs û kesayetiyên Almanî hate vekirin û Pêşangeh 2 rojan dom kir.

Wênegir Yûsif Husên derbarê vê pêşangehê de ji K24ê re got: “Min xwast bi pêşangeh û wêneyan, sirûşt, kelepûr, dap û nerîtên civakî yên herêma Efrînê yên ku min bi wêneyan belge kirine bi rayedar û rojnamevanên Almanya bidim naskirin û dengê herêma Efrînê bi wêneyan bigihînim cîhanê.”

Hunermend û wêneger Yûsif Husên ji sala 1975an ve bi awayekî professional dest bi girtina wêneyan kiriye û beşdarî di gelek pêşangehên li ser asta Sûriye û gelek welatên cîhanê de wek Îran, Çîn, Mexirb, Îtalya û Urdinê kiriye.

Wêne: Yûsif Husên
Wêne: Yûsif Husên
Wêne: Yûsif Husên
Wêne: Yûsif Husên
Wêne: Yûsif Husên
Wêne: Yûsif Husên
Yûsif Husên
Wênegir Yûsif Husên tabloyekê diyarî Parêzgarê Neuwied dike
Pêşangeha Yûsif Husên
Pêşangeha Yûsif Husên
Pêşangeha Yûsif Husên
Pêşangeha Yûsif Husên
Pêşangeha Yûsif Husên
Pêşangeha Yûsif Husên