Serok Barzanî sersaxî li Elî Ewnî kir

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Ewnî Nîmet, bavê Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Liqa Yek a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî, sersaxî lê kir.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Ewnî Nîmet, bavê Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Liqa Yek a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî, sersaxî lê kir.

Êvara sêşemê 9ê Gulana 2023an, Serok Mesûd Barzanî di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Liqa Yek a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî kir, ji ber koça dawî ya bavê wî yê Pêşmergeyê têkoşer û kesayetê navdar Ewnî Nîmet.

Di pêwendiya telefonî de Serok Barzanî xemgîniya xwe gihande malbat û kesûkarên rehmetî û hêvî xwest ku Yezdanê dilovan ruhê rehmetî bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.