Mosko ji sala 2011an ve mêvandariya yekem civîna fermî ya wezîrên derve yên Tirkiye û Sûriyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji destpêka şerê li Sûriyê di sala 2011an de, ji bo cara yekem Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad îro bi awayekî fermî li Mosko, Paytexta Rûsyayê dicivin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê duhî di daxuyaniyekê de ragihand, civîna çaralî ya ku tê de wezîrên derve yên Rûsya û Îranê jî beşdar dibin, pirsên asayîkirina pêwendiyên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, têkoşîna li dijî terorê, prosesa siyasî li Sûriyê û vegera penaberan a bi ewle û bi rûmet bo welatên xwe bên gotûbêjkirin.

Li gorî nûçeya ajansa “Anadolu”, tê payîn ku Çavuşoglu di perawîza civîna çaralî, hevdîtinên dualî pêk bîne.

Ev civîna yekem e di navbera wezîrên derve yên her du welatan de ji destpêka kirîza Sûriyê ve, di sala 2011an de, ku Tirkiyê yek ji dijberên herî tund ên rêjîma Beşar Esed bû û mêvandariya bi milyonan penaberên Sûriyê û dijberên rêjîma Esed kiribû.

Her wiha ev civîna li ser asta Wezîrên Derve, Serokên îstixbarata Tirkiye, Rûsya, Îran û rejîma Sûriyê beriya niha 3 caran civiyabûn û wezîrên berevaniyê jî 2 caran civiyan û ji bilî wê jî civînek li ser asta cîgirên wezîrên derve hatibû kirin.

Hikûmeta Sûriyê beriya niha bi rêya medyaya xwe ya fermî mijara “garantiyên” ku divê Tirkiyê bide, weke mercek ji bo asayîkirina pêwendiyên dîplomatîk di navbera her du aliyan de eşkere kiribû.

Her wiha got ku ev yek girêdayî vekişîna hêzên Tirkiyê ji Sûriyê, şerê li dijî terorê û jinavbirina terorê li bakurê rojavayê Sûriyê bi taybet li herêma Idlibê ye.