Civîna çaralî.. Feysel Miqdad armanca herî girîng a Şamê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad diyar dike, sînoreke dirêj, armanc û berjewendiyên hevbeş di navbera Sûriye û Tirkiyê de hene û derfet heye ku her du welat bi hev re ji bo bidestxistina armanc û berjewendiyên her du gelan kar bikin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di civîna çaralî de ku wezîrên derve yên Sûriye, Îran, Tirkiye û Rûsyayê li Moskoyê li hev civiyan got: “Hemû rêxistinên terorîst ji bo Sûriyê û welatên din jî metirsiyê ne.”

Miqdad got: “Armanca sereke ji bo me, bidawîkirina hebûna leşkerî ya neqanûnî li ser xaka Sûriyê ye, helbet jî hêzên Tirkiyê jî di nav de ye. Bêyî pêşketin di vê mijarê de, em ê li cihê xwe bimînin û negihin encamên rast.”

Miqdad tekez kir ku welatê wî “amade ye ku bi awayekî vekirî û avaker tevlî proseya asayîkirina pêwendiyan bibe, ji ber ku baweriya wê ya berdewam bi yekê heye ku diyalog û gotûbêj, baştirîn rê ne, ji bo gihîştina bi armancan, ev yek jî li ser bingehê rêzgirtina dualî ji serwerî, serxwebûn, yekparçeyiya axê û bêyî destêwerdanan di karûbarên wê yên navxweyî de.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê bal kişand ser wê yekê ku “sînoreke dirêj, armanc û berjewendiyên hevbeş di navbera Sûriye û Tirkiyê de hene û derfet heye ku her du welat bi hev re û bi alîkariya Rûs û Îraniyan ji bo bidestxistina armanc û berjewendiyên her du gelan, kar bikin.”

Miqdad amaje bi wê yekê jî kir ku bi saya hewlên hevbeş, proseya Astana gelek encamên erênî li ser erdê hatine bidestxistin û di çareserkirina hin pirsgirêkan de bi ser ket û di çareserkirina pirsgirêkên din de jî sist bû.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna çaralî de tekezî li ser pêwîstiya kar ji bo “vegerandina hemû penaberên Sûriyê bo welatê wan” kir.

Lavrov tekezî li ser wê yekê kir jî, kesên pispor bêne destnîşan kirin, ji bo plana rêyekê ji bo asayîkirina pêwendiyên Sûrî-Tirkî amade bikin û piştre ji serokên dewletan re pêşkêş bikin.