Rewşa navbera Îsraîl û Xezeyê aloztir dibe

Artêşa Îsraîlê ragihand, zêdetirî 270 mûşek ji Xezeyê arasteyî Îsraîlê hatine kirin, Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê jî ragihand, ji ber bombebaranên Îsraîlê, heta niha zêdetirî 50 kuştî û birîndar hene.

Hewlêr (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, zêdetirî 270 mûşek ji Xezeyê arasteyî Îsraîlê hatine kirin, Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê jî ragihand, ji ber bombebaranên Îsraîlê, heta niha zêdetirî 50 kuştî û birîndar hene.

Şerekî dijwar di navbera artêşa Îsraîkê û grûpên çekdar ên Xezeyê de serî hildaye û rewşa navçeyê aloz bûye. Artêşa Îsraîlê ragihand, cihê avêtina mûşekan yê ser bi grûpên cîhadî, hatiye armanckirin.

Zengilê agahdarkirinê li Tel Avîv û navçeyên ser sînorê Îsraîlê hatin lêdan, artêşa Îsraîlê ragihand, 270 mûşek ji Xezeyê arasteyî Îsraîlê hatine kirin, ji wê hejmarê 65 mûşek li Xezeyê ketine xwarê, herwiha 205 mûşek û gulleyên hawen, gihîştine Îsraîlê û 62 ji wan ji aliyê sîstema berevaniyê ve hatine lêdan.

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku heta niha 53 navçeyên cuda bombebaran kirine û di armackirina cih û veşargehên grûpên cîhadî de berdewam dibin.

Hikûmeta Îsraîlê jî amade ye ku operasyonên xwe berfirehtir bike. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu li ser vê mijarê dibêje: “Em amade ne ji bo egera berfirehkirina operasyonên serbazî, da ku niha û di dahatûyê de êrîşên dijwar bikin.”

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragihand, ji destpêka operasyona serbazî ya Îsraîlê li kerta Xezeyê, zêdetirî 50 kuştî û birîndar hatine tomarkirin, lê belê ti qurbaniyek ji aliyê Îsraîlê ve nebûye.

Aloziyên Îsraîl û Xezeyê piştî operasyona serbazî ya mertal û tîr a Îsraîlê tê, ku sê serkirdeyên bilind ên grûpên cîhadî û 12 kes li Xezeyê kuştin, çar ji wan kuştiyan zarok bûn, grûpa cîhadî ya Îslamî jî gefa tolhildanê li Îsraîlê dixwe.

Herwiha Amerîka û Misir daxwaza aramkirina rewşê ji herdu aliyan dikin û hişyariyê didin ku eger şer raneweste, rewş dê aloztir bibe û ji kontrolê derkeve.