Nêçîrvan Barzanî: Peyama îro ya Serok Barzanî peyameke dilsoz bû ji bo biratî û pêkvebûnê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, peyama îro ya Serok Barzanî bo aliyên siyasî peyameke dilsoz bû ji bo biratî û pêkvebûnê.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, peyama îro ya Serok Barzanî bo aliyên siyasî peyameke dilsoz bû ji bo biratî û pêkvebûnê.

Nêçîrvan Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Îro rojeke dîrokî ye di vekirina vê muzexaneyê de, loma destxweşiyê li wan kesan dikim ku fikrên xwe pêşkêş kirine ji bo çêkirina vê muzexaneyê. Li vir divê ez navê kesekî jî bînim ku gelek xebitî, ew jî Sîrwan Barzanî ye ku gelek westiya.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Ev muzexane gelek girîng e û çavkaniyek dibe da ku nifşê niha zehmetî û dîroka gelê xwe bizanin, da ku bizanin tiştê ku îro li Kurdistanê heye, berhema vê xebat û dîrokê ye.”

Herwiha eşkere kir: “Peyama îro ya Serok Barzanî peyameke heta bibêjî dilsozane bû, peyameke zelal bû ji bo biratî û pêkvebûnê, ji hemû hêzên siyasî daxwaz kir ku bi hev re rûnin, ez hêvî dikim aliyên siyasî ber bi vê peyama dilsozane ya Serok Barzanî bên û em hemû tiştê ji destê me tê ji bo aştî û tebayî, bi hev re bikin.”