Piştîwan Sadiq: Destpêşxeriya Serok Barzanî pêngaveke girîng e

Hewlêr (K24) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê derbarê destpêşxeriya Serok Barzanî ya ji civîna aliyên siyasî û çareserkirina kêşeyan de ragihand, ev pêngaveke girîng e, da ku PDK û YNK bi hev re bicivin.

Serok Mesûd Barzanî di gotara xwe ya merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de ji aliyên siyasî yên Kurd daxwaz kir, ji bo dîtina çareseriya kêşeyên navçeyê, beriya 18ê vê mehê, civîneke mezin saz bikin.

Li ser vê mijarê, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ji Kurdistan24ê re ragihand, destpêşxeriya Serok Barzanî ji bo civîna navbera hemû aliyan û çareserkirina kêşeyan, pêngaveke girîng e, da ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi hev re bicivin.

Piştîwan Sadiq eşkere kir, roja yekşemê 14ê Gulana 2023an, civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê tê encamdan û tîma YNKê jî di civînê de amade dibin.

Roja duşemê 8ê Gulana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û bi hev re kêşe û giriftên darayî û îdarî yên li ber Hikûmeta Herêmê gotûbêj kirin.