Bi amadebûna Serok Barzanî roja duyem a vekirina Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî birêve çû

Roja înê 12ê Gulana 2023an, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî merasîma duyemîn roja vekirina Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî li Barzan birêve çû.

Hewlêr (K24) - Roja înê 12ê Gulana 2023an, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî merasîma duyemîn roja vekirina Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî li Barzan birêve çû.

Di merasîmê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û têda behsa vekirina Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî û girîngiya wê muzexaneyê ya ji bo parastina dîroka gelê Kurdistanê ya ji bo nifşên paşerojê kir.

Serok Barzanî di gotara xwe de ronahî xiste ser dirustbûna Rêbaza Barzanî û pênase û dîroka Rêbaza Barzanî, Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku dîroka gelê me gelek hatiye têkdan û şêwandin, ji bo wê yekî bi girîngiyê ve behsa dîroka gelê Kurdistanê kir û tekez jî li wê yekê kir ku hemû aliyek rola xwe bibînin li dewlemendkirina dîroka gelê Kurdistanê.

Herwiha Serok Barzanî behsa wan bingehan kir ku şûnketiyên rêbaza li serê diçin bûye bawerî û eqîde û pê têne naskirin ku pêkhatiye ji xwedênasî û niştimanperwerî û mirovdostiyê.

Serok Barzanî behsa kultura pêkvejiyanê li devera Barzan kir ku bi dirêjahiya dîrokê parêzgerî lê hatiye kirin û navçe pê tê naskirin.

Di gotara xwe de Serok Barzanî bal kişand ser wan zebr û zeng û zulma ku li ser gundê Barzan bi dirêjahiya dîrokê de hebuye tekez jî kir ku li hîç qonaxek da beramberî wan xweçemandinê hilnebijartine.

Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî ragihand tekezî li ser destpêşxeriya ji bo yekrêziya nav mala Kurd kir ku têda daxwazê ji hemû hêz û aliyên siyasî kir teba û yekgirtîbin û hewl bidin wan girjiyan nehêlin ku dirustbûne.

Serok Barzanî amadehî û piştevaniya xwe jî ji bo çareseriya hemû kêşeyan derbirî û daxwaz kir ku hemû alî vê keşûhewaya ne xweş biguherin bi xweşiyê.

Hêjayî gotinê ye ku gotar û nimêja înê li mizgefta Yadgeha Niştimanî ya Barzanî ya li Barzan hate encamdan.

1
2
3
6
6ف