Barcelona nasnavê La Lîga Îspanyayê bidest xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Barcelona şeva borî bi encama (4 – 2) ji cîrana xwe Espanyol bir û piştî 4 salan nasnavê La Lîga Îspanyayê bidest xist.

Şeva borî Espanyol di gera 34emîn a La Lîgayê de li yarîgeha “Estadi POWER 8” mêvandariya Barcelona kir û bi encama (4 - 2) têk çû.

Lîstikvanê Polonî Robert Lewandowski di xulekên (11 û 40) yekem û sêyemîn ji bo "Blaugrana" tomar kirin. Golên duyemîn û çaremîn ji aliyê parêzvanê spanî Alex Baldi û parêzvanê fransî Julis Conde ve di xulekên (20, 53) de hatin avêtin.

Espanyol jî di xulekên (73 û 90) de, du gol bi riya êrîşkarên spanî Javier Boadu û Joselo tomar kirin.

Barcelona bi serketina xwe, puanên xwe gihand (85) û ji nêzîktirîn şopdarên xwe, cîgir û hevrikê kevneşop Real Madrîd xwediya (71) puanan bi dûr ket û berî (4) geran ji bidawîbûna La Lagayê, nasnava La Ligayê bidest xist.

Barcelona ji sala 2019-an vir ve yekem car e sernavê La Lîgayê bi dest dixe, her wiha ev bû nasnavê wê ya (27) di dîroka xwe de û ferqa di navbera xwe û hevrikê xwe yê sereke Real Madrîd de, daxist 7 nasnavan.