Qeter: Her welatek biryara wê ya serwerî heye ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Sûriyê re

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî derbarê vegera Sûriyê bo Komkara Erebî de ragihand, ew ji biryara Erebî dernekevin, lê amaje bi wê yekê jî kir ku her welatek biryara wî ya serwerî ji bo asayîkirina pêwendiyên dualî ligel Sûriyê heye.

Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî di konferanseke rojnamevanî ya ligel hevtaya xwe ya Almanî Annalena Baerbock de got: Helwesta me eşkere kiriye, Qeter naxwaze ji rêkeftinê Ereban derbikeve.”

Şêx Mihemed Al Sanî got jî: “Lê her welatek bi biryara wî ya serwerî heye ku pêwendiyên xwe yên dualî asayî bike.”

Wezîrê Derve yê Qeterê got: “Em li Qeterê dinirxînin ku tekane çareserî ji bo asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Sûriyê re, herî kêm ji bo me, dîtina çareseriyeke dadperwerane û giştgîr ji pirsgirêka Sûriyê re ye. Karekî hevpar a Ereban heye ku em hemû tê de em li ser wê lihev dikin, ew jî vegera penaberan a bi ewle û dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryara navdewletî 2254 e.”

Şêx Mihemed Al Sanî got jî: “Di dawiyê de pirsgirêk ne di navbera me û rejîma Sûriyê de ye, lê belê di navbera rejîmê û gelê wê de ye û çareseriya ku were cibicîkirin, divê gelê Sûriyê yê 12 sal in ji ber rewşa şer dinale, jê razî be.”

Piştî 12 salan, Sûriye roja 7ê Gulana 2023an ji bo Komkara Erebî hat vegerandin. Şahê Erebistana Siûdî Selman Ebdulezîz vexwendnameyeke fermî arasteyî Serokê Sûriyê Beşar Esed kir, ji bo beşdarî Lûtkeya Erebî ku biryar e roja Înê 19ê vê mehê li Erebistanê were lidarxistin. bibe.

Îro Çarşemê jî li bajarê Cîdde civîneke amadekariyê ji bo wezîrên derve yên Ereb tê kirin û bo yekem car ji 12 salan ve, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad dê tê de beşdar bibe.