Pirtûkek bi zêdeyî 38 mîlyon dolarî hat firotin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pirtûkeke pîroz bi zêdeyî 38 mîlyon dolarî hate firotin û ji Muzexaneya Tel Avîvê re hate diyarîkirin.

Roja Çarşemê, 17ê Gulana 2023, Mala Mezadê ya Sotheby's, Încîla Îbranî ya kevnar bi 38.1 mîlyon dolar firot. Ev nirxê herî biha ye ji bo firotina pirtûkek an belgeyekê.

Kiryar, Alfred Musa, balyozê berê yê Amerîkî û serokê Komîteya Cihûyan a Amerîkî ye, ev pirtûk diyarî Muzexaneya Cihûyan li Tel Aviv kir.

Buhayê firotanê, di bin bihayê texmînkirî ya Mala Mezadê ya Sotheby's re bû ku wê di Sibata borî de firotina vê pirtûka pîroz, bi 50 mîlyon dolarî texmîn kiribû.

Sotheby's yek ji çar malên mezadê yên herî kevn ên cîhanê ye ku li 40 welatan, 90 şaxên wê hene, di sala 1744an de hatiye damezrandin û baregeha wê ya serek li Amerîka ye.