Manchester City tola xwe ji Real Madrîdê hilda û gihîşt fînala Champions League

Navenda Nûçeyan (K24) – Manchester City piştî serkeftineke giran li ser Real Madrîd, gihîşt fînala Champions League.
Şeva borî di gera vegerê ya qonaxa nîv-fînala Champions League de, Manchester City pêşwazî li Real Madrîd kir û bi encama (4 – 0) biser ket û derbasî fînalê bû.
Golên Manchester City, 2 gol bi riya lîstikvanê Potugalî Bernardo Silva di xulekên (23 û 37) de, gola sêyemên di xuleka (76) de bi xeletî parêzvanê Real Madrîdê Eder Militao û gola çarem jî bi riya Julia Alvarez di xuleka (90 + 1) de hatin tomarkirin.
Manchester City tola xwe ji Real Madrîdê hilda, ku 2 caran di nîv-fînalên Champions League de derxist, ya dawî jî sezona borî bû.
Lîstika di gera çûnê ya heman qonaxê jî, bi encama (1 – 1) li Madrîdî bidawî bûbû.
Manchester City dê di fînala de ku dê 10ê Hezîranê li Stadyûma Ataturk a Stenbolê were lîstin de, rûbirûyî Inter Milana Îtalyayê bibe.