Li Meletiyê bi hêza 4,1 pile erdhej rûda
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Akçadax a ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,1 rûda.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Akçadax a ser bi parêzgeha Meletiyê, bi hêza 4,1 pile erdhej qewimî.
AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 11:23 xulekan de û 12,56 kîlometre di bin erdê de rûdaye.
Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.