Lêkolînek: Maçkirina romantîk 4500 sal berê hebû

Navenda Nûçeyan (K24) – Lêkolîneke nû diyar kir ku tomarên herî kevin ên “maçkirina romantîk”, vedigere 4500 sal berê.
Lêkolîna nû ku vê hefteyê di kovara “Science” de hatiye weşandin, nîşan dide ku dibe maçkirin di cîhana kevnar de jî berbelav bûbe.
Ev lêkolîn belgeyekê pêşan dide ku “maçkirin li Mezopotamya û Misra kevnar” bi kêmî ve, ji 2500 berî zayînê ve hatî belgekirin.
Troels Bank Arbol bi nivîskar Sophie Lund Rasmussen re, lêkolînek li ser bandorkirina ramûsana romantîk, li ser belavbûna nexweşiyê çêkirine.
Troels Bank Arbol, Asûrîolog e û li zanîngeha Kopenhagê di lêkolînên Rojhilata Navîn ên kevnar de pispor e, Lund Rasmussen jî li Zanîngeha Oxfordê pispora biyolog e.
Her Lekolîner gihîştin wê encamê ku lêkolînên herî dawî, li gorî çavkaniyek ji Hindistanê ku vedigere dora 1500 berî zayînê, wekî nîşaneya yekem a "maçkirina romantîk" destnîşan kiriye.
Arbol yê ku li ser lewheyên heriyê yên kevnar nivîsandina mîxî dixwîne
ji “AFP” re got: “Min zanî ku maçkirin jixwe li Mezopotamyayê hebû.” Her wiha got jî, her çend e belge di salên heştê yên sedsala borî de hatine berhev kirin, lê xuya dike ew agahî nehatine pejirandin.”
Wan her du lêkolîneran di hezaran nivîsarên kevnar ên mîxî de, dîtin ku nîşaneyên maçkirina romantîk kêm in. Lê amaje bi wê yekê kirin ku mînakên zelal hene ku maçkirin di demên kevnar de wekî beşek normal a têkiliyek romantîk dihat dîtin.
Lekolîneran nivîsand, metnên ku hatine lêkolînkirin destnîşan dikin ku “maçkirin tiştek bû, hevjînan dikirin”, lê di heman demê de “maçkirin wekî beşek ji xwestekên seksî yên kesekî nezewicî” dihate zanîn.
Lêkolîneran cudahî xistin di navbera “maçkirina dostane ya dêûbavan” û “maçkirin romantîk” de û diyar kirin ku “maçkirina dostane” berê di her dem û li her cihekî berbelav xuya dike, “maçkirina romantîk” jî ne di hemû çandên cîhanê de hebû.