Hêzên Iraqê û nişteciyên kampa Mexmûrê rûbirûyî hev dibin

Hewlêr (K24) – Çend roj in artêş û polîsên Iraqê û rûniştvanên kampa Mexmûrê li hember hev rawestiyane. Berpirsên kampê bi rêya jin û zarokan, rê li ber danîna xalên leşkerî li derdora kampê digirin. Qaymeqamê Mexmûrê jî dibêje, hikûmeta Iraqê bi armanca parastina rûniştvanên kampê, biryar daye çend xalên çavdêriyê yên leşkerî li derdora kampê deyne.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê dixwazin biryara Serokwezîr a danîna xaleke kontrolê ya leşkerî li derdora kampê cîbicî bikin. Lê niştecihên kampê vê yekê qebûl nakin û rûbirûyê hêzên ewlehiyê dibin. Ev yek jî bû sedema aloziyek di nava wan de ku ev çend roj in ev rewş li kampê berdewam e.

Berpirsên kampê hinek jin û zarok li hember hêzên ewlehiyê danîne, wek astengiyekê li pêşiya pêkanîna plane û bi dar û keviran rûbirûyê hêzên ewlehiyê dibin.

Qaymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji K24ê re ragihand: “Li gorî rênimayan, divê deriyê kampê yê ji bo ketin û derketina kampê hebe û di bin çavdêriya Wezareta Navxwe de be. Ji ber ku beşek ji şêniyên kampê ji avakirina baregehên leşkerî li derdora kampê nerazî ne, pirsgirêk derket.”

Rewşa kampê bûye sedema tirsa şêniyê navçeyê û cotkar ditirsin ku di encama şer û pevçûnan de berhemên wan bişewite.

Diyar Hoşyar ku xelkê bajarê Mexmûrê ye ji K24ê re ragihand: “Ev çend roj in ji ber rewşa kampê, bazar rawestiyaye, hêzên Iraqî bi çekan kampê dorpêç kirine, eger eve w rewş berdewam bibe, dê rûbirûbûna leşkerî jî dirust bibe.”

Kampa Mexmûrê ku ji aliyê PKK'ê ve weke “Kampa Şehîd Rostem Cûdî” tê binavkirin, nêzî 20 hezar kes di nava wan de dimînin ku alîgir û xizmên gerîlayên PKK'ê ne. Di dema borî de jî gelek caran kamp ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin û di encamê de ziyanên canî derketibûn.